أجرى السيد محافظ الحسكة، المهندس نور الدين أحمد، زيارة ميدانية إلى مديرية الأمن الداخلي في منطقة القامشلي/قامشلو، بحضور مديرة المنطقة السيدة جيهان هسام، وذلك للاطلاع على الواقع الإداري والأمني وسير العمل في المنطقة.
وكان في استقبال المحافظ والوفد المرافق كل من مدير مديرية الأمن الداخلي في منطقة القامشلي العقيد أختين غربي، ومعاون قائد الأمن الداخلي لشؤون الشرطة خلف قاسم العلي.
وتفقد السيد المحافظ خلال الزيارة أقسام المديرية، مستمعاً إلى شرح مفصل حول آليات العمل والجهود المبذولة لتعزيز الأمن والاستقرار، ومؤكداً حرص المحافظة على تقديم كافة التسهيلات اللازمة لدعم عمل الوحدات الشرطية وتذليل الصعوبات بما يضمن سلامة المواطنين وتسهيل معاملاتهم.
Serokê Parêzgeha Hesekê Serdana Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya Herêma Qamişlo Dike
Serokê Parêzgeha Hesekê, endezyar Nûreddîn Ehmed, bi beşdariya rêvebera herêmê, Xanim Cîhan Hisam, serdaneke qadî li Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya Herêma Qamişlo kir, da ku rewşa rêveberî û ewlehiyê û meşandina karan li herêmê ji nêz ve bibîne.
Serokê parêzgehê û heyeta wî ji aliyê rêveberê Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya Herêma Qamişlo, kolonel Axtîn Xerbî, û cîgirê fermandarê Ewlekariya Navxweyî yê karûbarên polîsan, Xelef Qasim Elî ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê serdanê de, serokê parêzgehê beşên rêveberiyê ziyaret kir û guhdarîya şiroveyên berfireh li ser mekanîzmayên kar û hewldanên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê kir. Herwiha tekezî li ser amadebûna parêzgehê ji bo dabînkirina hemû hêsankariyên pêwîst ji bo piştgirîkirina xebata yekîneyên polîs û çareserkirina astengiyan kir, da ku ewlehiya welatiyan were parastin û pêvajoya karûbarên wan hêsantir bibe.
وكالة كوردستان سوريا
